Pêşewa Hewramanî: Herêma Kurdistanê ne beşek e ji çi hilmeteke berfirehkirina şer
Welat TV - Hewlêr
Pêşewa Hewramanî got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne beşek e ji çi hilmeteke berfirehkirina şer.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniyekê de li ser Platforma "X"ê got raportên ku behsa rola Herêma Kurdistanê dikin û "Idî'a dikin ku em beşek in ji pilana çekdarkirin û şandina Partiyên Kurdî yên dijber bo nav xaka Îranê, dûr in ji rastiyê û ew raport bi mebest têne belavkirin".
Hewramanî da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiyên Siyasî ne beşek in ji çi hilmeteke berfirehkirina şer û girjiyan li deverê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: "Em banga aştî û aramiyê li deverê dikin û bi tundî êrîşên tirsonek ên ser Herêma Kurdistanê, şermezar dikin".
Her weha daxwaz ji Hikûmeta Fedral a Iraqê û civaka navdewletî kir ku "destwerdanê bikin ji bo rawestandina van êrîşan û parastina xak, milet û devera me".
إن التقارير التي تتحدث عن دور إقليم كوردستان والمزاعم التي تدعي بأننا جزء من مخطط لتسليح وإرسال الأحزاب الكوردية المعارضة إلى داخل الأراضي الإيرانية هي عارية عن الصحة تماماً، ونحن ننفيها جملة وتفصيلاً، ونؤكد أنها تُنشر بشكل متعمد ومغرض.
— Peshawa Hawramani (@PHawraman) March 5, 2026
وفي الوقت ذاته، فإن حكومة إقليم كوردستان…