Şam dest bi veguhestina petrolê ji kêlgeha Rimêlanê dike
Welat TV - Hewlêr
Îşev, 5ê Adara 2026an, Hikûmeta Sûriyê dest bi veguhestina petrolê ji kêlgeha Rimêlanê kir.
Dîmenên îşev ku hatine belavkirin, hikûmeta Sûriyê, bi sedan barhilgir ji kêlgeha Rimêlanê berev deverên din ên Sûriyê vediguhêze.
Duh Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Sûrî ya Petrolê Yûsif Qebelawî di daxuyaniyekê de got, "Me dest bi derxistina petrolê ji kêlgehên Rimêlan, Siwêdiyê û kêlgehên din kir, ew jî li gorî pilanekê ji bo peydakirina pêdiviyên bazara xwecihî ya karta enerjiyê ye".
Serokê Cîbicîkar ê Kompaniya Sûrî ya Petrolê da zanîn, "Me rêkeftinek bi kompaniyeke Emerîkî re kiriye ji bo başkirina rewşa kêlgehan û zêdebûna berhemên petrolê".
*Radestkirina kêlgehên petrolê
Roja Duşema bûrî 2 Adarê, "Di civîna fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Şandiyê Serokê Sûriyê bo Hesekê Ziyad El-Ayiş de radestkirina kêlgehên petrolê li Rimêlan û Siwêdiyê hatibû gotûbêjkirin".