Ehmed El-Şeri' sedemên belavkirina artêşê li ser sînorê Libnanê diyar dike

Ehmed El-Şeri' sedemên belavkirina artêşê li ser sînorê Libnanê diyar dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' re pêşhatên dawîn ên deverê û belavbûna artêşa sûriyê li ser sînorê di navbera Sûriyê û Libnanê de gotûbêj kir.

Serokatiya Sûriyê ragihand ku di peywendiya telefonî ya Serokê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' de, El-El-Şeri' ji Emmanuel Macron re tekez kir ku, belavbûna artêşa Sûriyê li ser sînorê di navbera Sûriyê û Libnanê de, di çarçoveya parastina deverên sînorî û rêgirtina li qaçaxçiya çekan û rûbirûbûna hewlên têkdana aramiyê li Sûriyê, tê.

*Şermezarkirina êrîşên Îranê

Herdu aliyan tekezî li ser girîngiya parastina armî û ewlehiya herêmî û navdewletî kirin û êrîşên Îranê li hejmarek ji welatên deverê şermezar kirin.

Serokatiya Sûriyê diyar kir, Emmanuel Macron û Ehmed El-Şeri' li ser berdewamiya peywendiyan derbarê pêşhatên deverê û mijarên hevbeş li hev kir.