Ji ber şer 65 hezar penaberên Sûrî ji Libnanê vegeriyane welatê xwe
Welat TV - Hewlêr
Desteya Xalên Sînorî û Gumrikê ya Sûriyê ragihand ku, ji destpêka şerê Israîl û Emerîka li dijî Îran û Hizbulah, 65 hezar penaberên Sûrî ji Libnanê vegeriyan welatê xwe.
Desteyê got, dergehên sînorî bi Libnanê re 24 demjimêran vekirî ne, û ew asankariyan ji bo vegera Sûriyên li Libnanê, pêşkêş dike.
Beriya niha, Rêveberê Peywendiyan ê Desteya Xalên Sînorî ya Sûriyê Mazin Elûş ragihandibû ku di heyama 3ê rojan de 25 hezar penaberên Sûrî bi rêya dergehê Cidêdit Yabûs vegeriyane welatê xwe.
*"Sivîlan biparêzin"
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stéphane Dujarricvdi kongireke rojnamevanî de got, di heftiya bûrî de 30 hezar kes ji Libnanê derbasî Sûriyê bûne û tîmên wan li ser sînor in, dema ku alîkarî pêwîst be dê pêşkêş bikin, û daxwaz ji hemû aliyan jî kir sivîlan biparêzin.
*Pêla derbideriyê
Piştî êrîşên lsraîlê li ser bingehên Hizbulah a Libnanî, bi hezaran penaberên Sûrî ji bajar û bajarokên Libnanê derbiderî deverên ewleh bûne û beşek ji wan neçar bûne, vegerin welatê xwe.