Welatiyekî Kobaniyê: Hikûmetê 2 bira û pismamekî min girtine

Welat TV – Hewlêr

4 roj in 3ê welatiyên Kurd ji gundewarê Kobaniyê girtî ne, malbata wan bi rêya Welat TV daxwaza berdana wan dikin.

Mihemed Weys Ismaîl ji Welat TV re got, "Roja 4ê vê mehê her yek ji Selman Mistefa Ismaîl, Salih Mihemed Ismaîl û Ismaîl Mihemed Ismaîl ji aliyê hêzekê hikûmetê ve hatine girtin".

Mihemed Weys Ismaîl diyar jî kir "2 birayê min in û yek psimam û zavayê me ye, li gundê Çixurê yê Başûrê Rojhilatê Kobanî hatin girtin û li wir hatin êşkencedan û dîmenên êşkencedana wan li cem me hene".

Ismîal da zanîn, "Ewlekariya navxwe hersê kes xwestin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e û ji bilî girtinê 3 hezar dolar û 50 gram zêr jî hatine birin".

*"DAIŞê jî ew girtibûn"

Mihemed Weys Ismaîl diyar kir ku "Me li 3ê endamên malbata xwe pirsîne, û ji me re hatiye gotin ku li Helebê girtî ne. Beriya niha jî hersê kes ji aliyê "DAIŞ" ve hatibûn girtin".

Malbata wan sê welatiyan bi rêya Welat TV daxwaza berdana girtiyên xwe kir û got, "Em bangê li ENKS û Hikûmeta Şamê dikin vê doseyê bişopînin û çarenivîsa girtiyan diyar bikin".