Efrîn.. 3 welatî li bazara Cindirêsê hatin kuştin

Efrîn.. 3 welatî li bazara Cindirêsê hatin kuştin

Welat TV - Hewlêr

Îro 8ê Adara 2026an, 3ê welatiyên Ji Efrînê di gulebaranekê de hatin kuştin.

Jêderên Welat TV ji bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê da zanîn, li taxa bazara nû, zêrkerek û xwediyê dukana guhertina diravan li gel karmendê wan, vê sibehê di gulebarana kesine nenas de hatine kuştin.

Jêderê diyar kir jî, ku pere û zêrên li gel qurbaniyan, hatine dizîn, û tawanbar reviyan. Jêderê da zanîn ku navên qurbaniyan Ehmed û birayê wî Mihemed Berekat û Murad Hisên Ezîz in.

Ta niha Ewlehiya Navxwe tu hûrgilî li ser tawanê belav nekirine.