Şerê Emerîka, Israîl û Îranê derbasî roja xwe ya 10emîn dibe
Welat TV - Hewlêr
10 roj in şerê Emerîka Israîl û Îranê berdewam e, şeva bûrî jî Rêberekî nû li Şûna El' Xamineyî hate hilbijartin. Li asta meydanî, Balafirên Israîl û Emerîka bi berdewamî êrîşan li dijî jêrxaneyan li Tehranê, encam didin. Îran jî di armanckirina welatên kendav û deverê de bi dron û mûşekên zêdetir berdewam e, di nav welatên Kendavê de, yê herî zêde rastî êrîşan tê Îmarat e.
Ji aliyê xwe ve jî Wezreta Berevaniyê ya Siûdiyê ragihand ku wan hejmarek êrîşên Îranê bi dron û mûşekên palistî têk dane. Wezareta Derve ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de da zanîn, berdewamiya êrîşên Îranê dê bandoreke metirsîdar li pêwendiyên di dema niha û pêşerojê de bike.
*"Hêza Deryayî nemaye"
Li aliyekî din Emerîka got wê hîn bombeyên giran bi kar neanîne. Li gorî Wezîrê Cengê yê Emerîkî Pete Hegseth, hîn wan dest bi qonaxa bikaranîna bombeyên giran li dijî Îranê nekiriye. Her weha got, tiştek nemaye bi navê Hêza Deryayî ya Îranê li Îranê.
*Destnîşankirina kurê Xamineyî
Encûmena Şarezayên serkirdayetiya Rêjîmê ragihand, kurê Elî Xamineyî, Mucteba Xamineyî, weke rêberê bilind ê Komara Îslamî ya Îranê hat hilbijartin, û got, proseya hilbijartina rêberê bilind, tevî êrîşên Emerîka û Israîl di rûniştineke awarte de êvara Yekşemê bi dawî hat.
*"Emerîka nerazî ye"
Serokê Emerîka yekem daxuyanî derbarê hilbijartina Mucteba Xamineyî da, û li gorî Rojnameya Times of Israîl, Trump gotiyê ew ê bibînin ka wê çi çêbibe. Berya çend rojan, diyar kiribû ku ew nerazî ye li ser hilbijartina wî, û Kurê Xamineyî kesayetiyeke lawaz e.
*Berdewamiya şer
Ji 28 Sibatê ve şerê Emerîka û Israîl û Îranê dest pê kiriye, daxuyaniyên hemûyan jî diyar dikin ku egera rawestandina şer di dema niha de tune ye, û rûniştina li ser maseya danûstandinan ne pêkan e.