Malbat: Kurê me di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye

Welat TV - Hewlêr

Malbata ciwanekî Qamişlo ragihand ku, piştî 6 mehan ji girtina kurê wan, Asayişê duh ew agahdar kirine da ku termê wî werbigirin.

Apê ciwanê Kurd Ela Ednan El-Emîn ji Welat TV re got, "Kurê me Ela ku li Swêdê dijiya û regeznameya wî welatî heye, Êlûna sala bûrî vegeriyaye Qamişlo da ku kaxezên hevjîniyê temam bike û bikaribe hevjîna xwe bibe Swêdê".

El-Emîn da zanîn, "Li 20 Çotmeha heman salê ji aliyê hêzeke ewlekariyê ya Rêveberiya Xweser ve hat girtin û piştre çarenivîsa wî ne diyar bû".

*"Beriya du mehan miriye"

Navbûrî da zanîn, "Li gorî raporta pizîşkî kurê me ji destpêka Çileyê ve miriye, wate beriya 2 mehan hatiye kuştin, lê çima em agahdar nekirine, divê rêveberî bersivê bide".

El-Emîn got jî, "Beriya du rojan Asayişê bi malbatê re axiviye û ji wan re gotiye werin termê kurê xwe bibin. Cihê eşkenceyê li ser laşê kurê me diyar bû û ew hatiye eşkencekirin û di bin eşkenceyê de canê xwe ji dest daye".

Apê Ela da zanîn jî, "Heta niha em nizanin kurê me çima hatiye girtin û çima hatiye eşkencekirin, û divê sedem û tawanbar werin diyarkirin".

Heta niha ne Asayişê û ne jî Rêveberiya Xweser tu daxwiyanî li ser vê babetê nedane.