3 Welatiyên Kurd ji zindaneke Hikûmeta Sûriyê hatin berdan
Welat TV - Hewlêr 3
Welatiyên Kurd piştî 5 rojan ji girtinê ji zindaneke hikûmeta Sûriyê li Helebê hatin berdan.
Malbata 3 welatiyên gundê Çixurê yê başûrê Rojhilatê Kobanî ji Welat TV re ragihand ku duh her yek ji Selman Mistefa Ismaîl, Salih Mihemed Ismaîl û Ismaîl Mihemed Ismaîl piştî 5 rojan ji girtinê hatin berdan.
Roja 4ê vê mehê ew 3 welatiyên Kobaniyê ji aliyê hêzeke ser bi hikûmeta Sûriyê ve hatibûn girtin.
Malbatê bi rêya Welat TV daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê kiribû ku kesûkarên wan ji zindanê berdin.