400 malbat gihiştin Efrînê û bi ala Kurdistanê hatin pêşwazîkirin
Welat TV – Hewlêr
Îro 10ê Adara 2026an, yekem karwanê koçberkiriyan ji bajarê Hesekê gihişt bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Karwan danê sibehê demjimêr 6, gihişt Efrînê û bi ala Kurdistanê ji aliyê şêniyên Efrînê ve hat pêşwazîkirin.
Ji duh ve, bi hezaran ji şêniyên Efrînê daketibûn kolanan û li benda gihiştina karwanê kesûkarên xwe bûn.
Ji aliyê xwe ve, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand ku ew di amadebeşiyê de ne ji bo pêşwazîkirina karwanê.
*400 malbat in
Li gorî rêveberê Kombenda Efrînê ya Civakî Ibrahîm Heftaro ji Welat TV re daye zanîn, karwan 400 malbatî li xwe digire, malbat ji şêniyên navçeyên Şiyê, Cindirêsê û Mabeta ne, û di demên bê de karwanên din bi rê dikevin.
Vegera malbatan di çarçoveya bicîkirina xalên rêkeftina 29ê Çileyê di navbera Şam û HSD de tê, û piştî vegera koçberkiriyên Efrînê biryar e yên Serê Kaniyê jî vegerin.