Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê berhema Şoreşa Êlûnê bi rêberatiya Barzaniyê Nemir bû

Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê berhema Şoreşa Êlûnê bi rêberatiya Barzaniyê Nemir bû

Welat TV - Hewlêr 

Serok Mesûd Barzanî peyamek bi bûneya salvegera 56an a Rêkeftina 11ê Adara 1970 belav kir û tekezî li ser parastina destkeftan û peyama aştîxwaziyê kir.

Serok Barzanî di peyamê de got, Rêkeftina 11ê Adarê berhema Şoreşa Êlûnê bi rêberatiya Barzaniyê Nemir û xebat û qurbanîdana Pêşmerge û tevaya çîn û tiwêjên Kurdistanê bû.

Berhema wê xebata qayîm û giştgir bû, ku ji bo vegerandina mafên miletê Kurdistanê û pêkanîna demokrasiyê li Iraqê, dest pê kir, û di dawiyê de Hikûmeta Iraqê ya wê demê neçar kir ku bi fermî danpêdanê bi beşekî ji mafên miletê me bike.

*Destkeftên dîrokî

Serok Barzanî got jî, di salvegera 56an de ya rêkeftina 11ê Adarê, pêzanîna xwe bo têkoşîn û westana tevaya pêşmerge û şoreşger û niştîmanperwerên şoreşa Êlûnê derdibrînin, ku bi ked û qurbanîdana xwe destkeftên dîrokî ya rêkeftina 11ê Adarê bo gelê me gerentî kirin.

Serok Barzanî diyar kir, Bi vê bûneyê tekeziyê li ser parastina destkeftan û peyama aştîxwaziyê û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikin û silavê bo canên şehîdên şoreşa Êlûnê û tevaya şehîdên Kurdistanê dişînin.