Erdogan: Tevaya cîhanê dê baca şerê Emerîka û Israîlê li ser Îranê bide

Erdogan: Tevaya cîhanê dê baca şerê Emerîka û Israîlê li ser Îranê bide
Erdogan: Tevaya cîhanê dê baca şerê Emerîka û Israîlê li ser Îranê bide

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan got ku tevaya cîhanê dê baca şerê Emerîkî Israîlî li ser Îranê bide.

Îro Çarşemê, Erdogan di gotinekê de li pêş Perlemana Turkiyê got ku ew rêkarên pêwîst distînin beramberî hemû sînariyoyên xwînî ku tê xwestin li deverê derkevin û di serî de nakokiya tayifî.

Got jî ku divê şerê Emerîka û Israîlê li ser Îranê were rawestandin beriya ku berfireh bibe, û eger derfet hebe serkeftina deplomasiyetê pêkan e.

Li gorî gotina serokê Turkiyê, tevaya cîhanê dê baca şerê Emerîka û Israîlê li ser Îranê bide.

Erdogan diyar kir ku Turkiyê di hewlên xwe de ji bo bidawîkirina şerê li ser Îranê û vegerandina aliyan bo mêza danûstandinan berdewam e.