Emerîka sîstema berevaniya esmanî bir bingeha Qesrik li Hesekê
Welat TV - Hewlêr
Emerîka sîstema berevaniya esmanî gihand bingeha Qesrik li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê.
Bi dehan zirîpoş û barhilgirên ên Emerîkî îro ji Herêma Kurdistanê gihiştin bingeha Qsrik, barhilgirên Emerîkî barkirî bûn bi alavên serbazî ku di nav de sîstemên berevaniya esmanî hebûn.
Dema çûna karwanê leşkerî bo bingeha Qesrik, helîkopterên Emerîka li esmanê deverê tevger dikir û ew diparast.
Hatina vî karwanî bo Qesrikê, hevdemê şerê Emerîka û Israîlê li dijî Îranê ye ku ji 28ê Sibata bûrî ve û ta niha hîn berdewam e.
Di Çileya bûrî de, Emerîka beşek ji hêzên xwe ji bingeha Qesrik vekişandibû her weha hêzên xwe bi temamî ji bingeha Şedadê li Hesekê û ya Tenefê li Himsê vekişandin.
Bingeha Qesrik mezintrîn bingeha Emerîka ye li Rojavayê Kurdistanê, di dawiya sala 2017an û destpêka 2018an li ser zeviyeke çandiniyê hate avakirin.