3 zarok bûne qurbaniyên teqîna paşmayeke şer li Minbicê

3 zarok bûne qurbaniyên teqîna paşmayeke şer li Minbicê

Welat TV - Hewlêr 

Li gundekî bajarê Minbicê yê gundewerê Helebê, 3 zarok bûne qurbaniyê teqîna paşmayeke şer.

Mayîneke çandî ji paşmayên şer, li gundê Qeşle li gundewarê Minbicê teqiya, di encamê de zarokekî canê xwe ji dest da û 2 zarokên din birîndar bûn.

*97 qurbanî

Li gorî dawîn amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka salê ve 97 welatî li deverên cuda di teqîna paşmayan de canên xwe ji dest dane.