Hewlêr xistina 17 dronan radigihîne û Îtalya armanckirina bingeha xwe şermezar dike

Hewlêr xistina 17 dronan radigihîne û Îtalya armanckirina bingeha xwe şermezar dike

Hewlêr - Hewlêr

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw da zanîn ku şeva bûrî Hewlêr bi 17 dronan hat armanckirin hemû jî li esmanê wê hatin teqandin û xistin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di daxuyaniyekê de diyar kir ku ziyanên canî ji wan êrîşan tune ne.

Li gorî dîdevanên ji Welat TV re gotine, dronek li maleke gundê Korî yê Hewlêrê ket û ziyan bi tenê madî bûn.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajani êrîşa li ser bingeha Îtalî li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û got, leşkerê me hemû selamet in.

"Herêma Kurdistanê ne qada şer e"

Ji destpêka şerê Emerîka û Israîlê li dijî Îranê, rojane Herêma Kurdistanê bi mûşek û dronan tê armanckirin, sîstema berevaniyê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li esmên wan diteqînin.

Serok Mesûd Barzanî her dem tekez dike ku Herêma Kurdistanê nabe beşek ji şer û nahêle Herêma Kurdistanê bibe qada şer.

Her weha bang li Hikûmeta Iraqê dike ku bi erkê xwe rabe û sînorekî ji grûpên ku Herêma Kurdistanê armanc dikin re, deyne.