Trump: Temaşekin dê îro çi bi serê rêjîma Îranê were

Trump: Temaşekin dê îro çi bi serê rêjîma Îranê were

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîka Donald Trump ragihand ku ew di şerê li dijî Îranê de bi ser dikevin û karînên Îranê yên leşkerî hatin jinavbirin.

Donald Trump li ser pilatforma Truth Social da zanîn ku ew rêjîma terorîst a Îranê li ser astên leşkerî û abûrî bi temamî ji nav dibin.

Trump got ku hêzên deryayî yên Îranê û çekên wê yên esmanî hatin jinavbirin, mûşek, dron û her tiştekî din jî tên jinavbirin û serkirdeyên wê ji ser rûyê erdê hatin rakirin.

Donald Trump diyar kir ku çek û teqmeniya wan bihêz û bêsînor in û got: Temaşekin dê îro çi bi serê wan were.

Trump da zanîn jî ku rêjîma Îranê 47 salan kesên bêsûc li tevahiya cîhanê dikuje û ew weke serokê 47an ê Emerîka wan dikuje.