Xêrxwaziya Barzanî baregeha xwe ya fermî li Qamişlo vekir
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî baregeha xwe ya fermî li Qamişlo vekir.
Îro 14ê Adara 2026an, di salvegera 123yemîn de ya jidayikbûna Barzaniyê Nemir, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî baregeha xwe ya fermî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê vekir.
Mersîmên vekirina baregeha "BCF" bi amadebûna kesayetiyên siyasî, civakî û rewşenbîrî bi rê ve çûn.
Rewac Hacî berpirsê Doseya Sûriyê li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di kongireke rojnamevanî de got ku "vekirina baregehê ji bo xizmeta xelkê me li Rojavayê Kurdistanê ye".
Her weha got ku Dezgeh nûneratiya karê mirovî yê Barzaniyê Nemir dike.
Rewac Hacî da zanîn jî ku zêdetirî 460 barhilgirên alîkariyan li deverên cuda yên Cizîra Rojavayê Kurdistanê di 50 rojên bûrî de li derbider û nişteciyan hatine belavkirin.