Wezareta Berevaniya Sûriyê: Artêşê bingeha Rimêlan wergirt

Wezareta Berevaniya Sûriyê: Artêşê bingeha Rimêlan wergirt

Welat TV - Hewlêr

Îro 14ê Adarê 2026an, artêşa Sûriyê bingeha Rimêlan a leşkerî wergirt.

Rêveberiya Ragihandin û Pêwendiyan a Wezareta Berevaniya Sûriyê ji kenala fermî ya hikûmetê re da zanîn, artêşa Sûriyê bingeha Rimêlanê li Rojavayê Kurdistanê wergirtiye.

Jêderê her weha diyar kir ku ev yek piştî vekişana Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bingeha Rimêlanê tê.

Di çend hefteyên bûrî de, Emerîka beşek ji hêzên xwe ji bingeha Qesrik vekişandibû her weha hêzên xwe bi temamî ji bingeha Şedadê li Hesekê û ya Tenefê li Himsê vekişandin.

Beriya 3 rojan careke din, hêzên Emerîka vegeriyan bingeha Qesrik sîstemên berevaniya esmanî danîn.