Mihemed Ismaîl: Xêrxwaziya Barzanî hêviyeke mezin li cem miletê me çêkir

Mihemed Ismaîl: Xêrxwaziya Barzanî hêviyeke mezin li cem miletê me çêkir

Welat TV - Hewlêr

Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya vekirina baregeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Qamişlo pîroz kir.

Şanda Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-S bi serokatiya Sekreterê Partiyê Mihemed Ismaîl, seredana baregeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Qamişlo kir û pîrozbahî bi bûneya vekirinê pêşkêş kirin.

Mihemed Ismaîl di daxuyaniyekê de ji Welat TV re got, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xizmeteke mezin kir û tişta kirî hêviyeke mezin li cem miletê me çêkir.

Mihemed Isamîl, spasiya serok Baraznî û Hikûemta Herêma Kurdistanê li ser piştevaniyê kir û got, ji destpêka şoreşê ve serok Barzanî piştevanê me ye û gelê me deyndarê serok Barzanî ye, her weha xemxwarê gelê Kurd li her cihekî ye.

*Vekirina baregehê 

Îro 14ê Adara 2026an, di salvegera 123yemîn de ya jidayikbûna Barzaniyê Nemir, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî baregeha xwe ya fermî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê vekir.

Mersîmên vekirina baregeha "BCF" bi amadebûna kesayetiyên siyasî, civakî û rewşenbîrî bi rê ve çûn.