Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Konsulxaneya Îmaratê şermezar dike: Iraq berpirs e

Herêma Kurdistanê êrîşa li ser Konsulxaneya Îmaratê şermezar dike: Iraq berpirs e

Welat TV - Hewlêr

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi tundî êrîşa li ser Konsulxaneya Giştî ya dewleta Îmaratê li Hewlêrê hatiye kirin, şermezar kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, di encama êrîşa îro 14ê Adarê de du pasevan birîndar bûn û ziyan gihîşt avahiya konsulxaneyê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir, "Em dubare dikin ku divê Hikûmeta Iraqê erka xwe ya ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk pêk bîne, rê li ber dubarebûna van êrîşan bigire, berpirsiyarên wê peyda bike û wan ceza bide, da ku êdî zêdetir ewlehî û berjewendiyên welêt nekevin metirsiyê".

Serokatiya Herêma Kurdistanê hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran xwest.