Mesrûr Barzanî û Tom Barrack êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Emerîka şermezar dikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack bi telefonê axivîn û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de got, îro me peywendiyeke telefonî ji Şandiyê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack wergirt, tê de me behsa rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.
Mesrûr Barzanî û Tom Barrack êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Balyozxaneya Emerîka li Bexdayê şermezar kirin her weha tekezî li ser berdewamiya peywendiyên hevbeş kir.