Şandiyê serokatiya Sûriyê: Girtiyên HSD hemû tên berdan

Şandiyê serokatiya Sûriyê: Girtiyên HSD hemû tên berdan

Welat TV - Hewlêr 

Şandiyê serokatiya Sûriyê ragihand ku dewlet pabend e bi girtina doseya HSD û berdana tevaya girtiyên siyasî û girtiyên nêrînê û tevaya kesên bi sedema Şoreşa Sûriyê hatine girtin.

Ziyad El-Ayiş Şandiyê serokatiya Sûriyê bo şopandina bicîkirina rêkeftina li gel HSD, di daxuyaniyekê de got, "Di çarçoveya bihêzkirina ewlehiyê û pêkanîna aramiya giştgir de, em radigihînin ku dewlet Pabend e bi girtina doseya HSD û girtiyên bi ser ve".

*Karwanê duyem tê berdan

Navbûrî got jî, "Ev gav di çarçoveya hewlên berdewam de ji bo pêşveçûnê di proseya tevlîbûna niştîmanî ya giştgir de tê û di rojên bê de karwanê duyem ên girtiyên HSD dê werin berdan".

Şandiyê serokatiya Sûriyê got, "Dewlet tekez dike ku ew rijd e li ser wergirtina tevaya zindanên ku di destê HSD de bûn û wan bike bi ser rêveberiya Wezareta Navxwe ve".

El-Ayiş diyar kir, "Dewleta Sûrî pabend e bi hewlên berdewam li gel HSD ji bo berdana tevaya girtiyên siyasî û girtiyên nêrînê û tevaya kesên bi sedema Şoreşa Sûriyê hatine girtin".