Yekem car e hikûmeteke Sûrî Newrozê pîroz dike "Cejneke niştîmanî ye"
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand, pîrozkirina cejna Newrozê îsal wek cejneke niştîmanî rêzgirtina tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê nîşan dide.
Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî di dema xwarina fitarê de li gel hejmarek deplomatkarên welatan, gotinek pêşkêş kir û tê de got, Sûriya nû li ser dewleta welatîbûnê û dadmendiyê hatiye avakirin û Sûriya nû şanaziyê bi pirengiyê dike ku samaneke niştîmanî û mirovî ye.
Esed El-Şeybanî ragihand, pîrozkirina cejna Newrozê îsal wek cejneke niştîmanî rêzgirtina tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê nîşan dide.
Beriya 3 rojan, Serokatiya Sûriyê bihnvedana fermî bi bûneya cejna Newrozê ragihand.
Emîndariya giştî ya serokatiya Sûriyê 12 Adarê da zanîn ku wê bi bûneya cejnên (Şoreş, Remezan, Dayîk û Newrozê) bihnvedan ji 18 – 23yê Adarê li dezgehên giştî ragihand.