Baran û lehiyê kampên koçberkiriyên Serê Kaniyê dan ber xwe
Welat TV - Hewlêr
Di 24 demjimêrên bûrî de, şepêleke mezin a baranê li tevaya deverên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye, û ziyan di encamê de çêbûne.
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê û ji ber barîna zêde ya baranê, lehî li hin taxan çêbûne, her weha xaniyek jî li taxa Ezîziyê hilweşiyaye, her weha lehî li kampên koçbrekiriyên Serê Kaniyê li nêzîkî bajarê Hesekê rabûn û ziyan çêbûne.
Li gorî jêderan, li herdu kampên Waşûkanî û Serê Kaniyê yên koçbrekiriyên Serê Kaniyê av derbasî konan bûye û ziyaneke mezin hatiye tomarkirin.
Xelkê Hesekê bangê li aliyên pêwendîdar dikin ku tevgereke bilez bikin, û destwerdan ji bo kêmkirina ziyanan bilez were kirin.