Zarokeke 6 salî li Efrînê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da
Welat TV - Hewlêr
Li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, lehiyê zarokeke 6 salî da ber xwe, û jiyana xwe ji dest da.
Jêderên ji navçeyê ji Welat TV re da zanîn, Zaroka 6 salî Zêneb Elî Sîdo û birayê wê li geliyê navçeya Şera werbûn di encamê de Zênebê jiyana xwe ji dest da û birayê wê birîndar bû.
Jêderan da diyarkirin ku termê Zênebê hat dîtin û birayê wê jî birîndar e û bo nexweşxaneya bajêr hat veguhestin.
Gelî di nava navçeyê de ye, ji ber barîna baraneke zêde, lehî rabû û rêjeya bihêzbûna herikandina ava geliyê zêde bûye.
Li bajarê Efrînê û 7 nevçeyên wê weke her devereke Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê baraneke baş bariyaye û ziyanên canî û madî hatine tomarkirin û hin rê ji ber lehiyê hatine girtin û asêbûnek di çûn û hatina otombîlan de çêbûye.