Silêman Oso: Emerîka ji me re gotiye sîstema fedralî li Sûriyê bi cî nabe
Welat TV - Hewlêr
Endamê Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Silêman Oso ragihand ku Emerîka ji wan re gotiye ku sîstema fedralî li Sûriyê bi cî nabe lê nenavendiya siyasî pêkane.
Silêman Oso ev yek di semînareke siyasî de li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê ragihand û diyar kir ku wan amadekariyên xwe kirine ji bo danûstandinan li ser bingeha konfiransa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî lê danûstandin ta niha çênebûne.
Derbarê şerûpevçûnên vê dawiyê di navbera HSD û hikûmeta veguhêz de beriya rêkeftina 29ê Çileyê, Oso got, hebûna leşkerî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Kurdnişîn li Helebê şaşîtiyeke siyasî û şikestina li wan taxan destpêka şikestina leşkerî ya HSDê bû li gelek deveran.
Endamê Serokatiya ENKSê her weha diyar kir ku ew pabend in bi hêla netewî ya Kurdî û li gorî wê yekê kar dikin.