Kurdên li Şamê Barzaniyê Nemir bi bîr tînin

Welat TV - Hewlêr

Salvegera Jidayikbûna Barzaniyê Nemir li Şama Paytexta Sûriyê hate vejandin.

Duh 14 Adarê salvegera 123yan a jidayikbûna Barzaniyê Nemir bû, Xwecihiya Şamê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê, bûne bi çalakiyekê vejand.

Di çalakiyê de hejmareke berfireh ji kesayetiyên Civakî û siyasî û cemawerên Kurd ên li Şamê dimînin, beşdar bûn.

Di ahengê de gotin, helbest û stranên ser Barzaniyê Nemir û xebat û keda wî hatin pêşkêşkirin.