Efrîn.. Dergehê Hemam ê hevsînor bi Turkiyê re bi yekcarî tê girtin
Welat TV - Hewlêr
Desteya Giştî ya Dergehên Sînorî û Gomrikê ya Sûriyê ragihand ku dergehên sînorê yên Sûrî – Turkî di cejna Remezanê de tên girtin û dergehê Hemam ê li herêma Efrînê bi yekcarî tê girtin.
Desteyê îro di daxuyaniyekê de got ku Turkiyê dergehên xwe yên bi Sûriyê re li pêş tevgera rêwiyan û bazirganiyê di çend rojên cejnê de digire.
Daxuyaniyê diyar kir ku biryara giritna dergehên sînorî ji demjimêr 5 û nîvê êvara Pêncşemê ve dest pê dike, û rojên Înê, Şemî û Yekşemê dê girtî be.
Di daxuyaniya Desteyê de hat ku tevgera bazirganî û çûnûhatina rêwiyan dê roja Duşemê weke berê vegere.
Her weha desteyê da zanîn jî ku roja Sêşemê dergehê Hemam ê li Efrînê bi yekcarî tê girtin.