Baranê xaniyek li Reqayê hilweşand: 4 zarok bûne qurbanî
Welat TV - Hewlêr
Li parêzgeha Reqayê, ji ber barîna zêde ya baranê xaniyek hilweşiya di encamê de, 4 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Jêderên xwecihî li Reqayê da zanîn, banê xaniyekî li gundê Bû Hemed li Rojhilatê Reqayê ji ber barîna zêde ya baranê hilweşiya, û 4 zarokan canên xwe ji dest dan.
Jêderan da zanîn, 2 zarokên din jî birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Îro li seranserî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û li deverê bi giştî, baraneke zêde dibare û lehî rabûne her weha ziyanên canî û madî yên mezin hatine tomarkirin.
►Her weha bixwîne.. Zarokeke 6 salî li Efrînê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest da