Serok Barzanî daxwaz dike ku Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bicivin

Serok Barzanî daxwaz dike ku Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê bicivin

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê kir ku li hev bicivin û bigihin rêkeftinê.

Serok Barzanî di peyamekê de got, "Di vê demê de ku li devera me şer û aloziyeke zêde heye, Iraq di bin gefa krîzên curbicur de ye û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de jî zêde bûne".

Serok Mesûd Barzanî diyar kir, "Daxwazê ji Hikûmeta Iraqê ya federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li gel hev bicivin ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyan û bigihin rêkeftinê".

Serok Mesûd Barzanî her weha tekez kir "Divê rê li ber wan kesên keysbaz ku dixwazin krîz û pirsgirêkan kûrtir bikin, were girtin".