Mesrûr Barzanî kîmyabarnkirina Helebce bi bîr tîne: "Divê Bexda malbatan qerebo bike"
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera kîmyabarana Helebce de peyamek belav kir, tê de got, bi rêz û rûmet şehîdên bêguneh ên vê karesata mezin bi bîr tînin ku li dijî xelkê Kurdistanê hatibû kirin û armanca wê qirkirin û jenosaydkirina gelê Kurdistanê bû.
Mesrûr Barzanî diyar kir, "Kîmyabarana Helebce di dîroka me de her dem birîneke kûr e û semboleke diyar û zelal a wê stemkarî û zordariyê ye ku li dijî xelkê Kurdistanê hatibû kirin".
*"Destkeftên îro berhema xwîna şehîdan in"
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî, "Divê ev tawana hov tu carî ji bîr û bîreweriya xelkê Kurdistanê û mirovahiyê neçe, û Pêwîst e xelkê Kurdistanê ji bîr neke ku ev destkeftên îro li Herêma Kurdistanê hatine bidestxistin, berhema xwîna şehîdên serbilind in û divê ew bi her awayî wan biparêzin".
*"Divê malbat werin qerebokirin"
Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de tekez kir, "Em careke din li bîra hikûmeta federal tînin ku divê pabendî berpirsyariya xwe ya yasayî û destûrî be û bi awayekî hêja malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdên Helebce, enfalkirî û hemû qurbaniyên din ên destê rejîma berê ya Iraqê qerebo bike".