Baranê banê maleke Qamişlo hilweşand: Zarokek bû qurbanî
Welat TV - Hewlêr
Di encama ketina banê malekê de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê zarokekê canê xwe ji dest û hejmarek kes ji wê malbatê birîndar bûn.
Jêderên xwecihî îro 16ê Adara 2026an, da zanîn, Di encama barîna baraneke zêde li Qamişlo banê malekê li gundê Hîmo yê li nêzîkî bajêr bi ser endamên malbatê de hat xwarê tê de zarokeke yeksalî canê xwe ji dest da û hejmarek kes ji wê malbatê ku cotkar in, birîndar bûn.
Duh, li Efrînê, zarokeke 6 salî di encama rabûna lehiyê de li geliyê Şera canê xwe ji dest dabû û birayekî wê jî birîndar bûbû.
Li seranserî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û li deverê bi giştî, baraneke zêde dibare û lehî rabûne her weha ziyanên canî û madî yên mezin hatine tomarkirin.