Serok Barzanî di salvegera kîmyabarankirina Helebce de: Divê gelê Kurdistanê were qerebokirin

Serok Barzanî di salvegera kîmyabarankirina Helebce de: Divê gelê Kurdistanê were qerebokirin

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 38emîn a kîmyabarankirina Helebce de peyamek belav kir, tê de got, "Tawana kîmyabarankirina Helebce stemeke zor mezin bû li dijî xelkê Kurdistanê".

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir, "Li tu cihekî cîhanê nebûye ku dewleteke welatiyên xwe bi çekên kîmawî qir bike, lê li Iraqê ev tawana mezin li dijî gelê Kurd hate encamdan".

Serok Barzanî got jî, "Tevî wê tawana hovane, hîn li Iraqê kesên şovînî hene ku dijatiya mafên gelê Kurdistanê dikin".

Serok Barzanî tekez kir, "Tawana Helebce û tevaya tawanên berê, berpirsiyaretiya dîrokî û yasayî li ser milê Iraqê ye, û divê gelê Kurdistanê qerebo bike".