Nêçîrvan Barzanî: Di vê rewşê de, yekîtî û yekbûn takerê ye ji bo parastina destkeftiyan
Welat TV - Hewlêr
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek di salvegera kîmyabarankirina Helebce de belav kir û got ku Helebce ne tenê hewldaneke tunekirina fîzîkî ya Kurdan bû, lê di heman demê de tawaneke li dijî mirovahiyê bû.
Nêçîrvan Barzani Di vê rewşa hestiyar de, yekîtî û yekbûn take rê ye ji bo parastina destkeftiyan û rûbirûbûna astengiyan tekez kir ku "di vê rewşa hestiyar de, yekîtî û yekbûn takerê ye ji bo parastina destkeftiyan û rûbirûbûna astengiyan".
*Deqa Peyamê:
Di 38mîn salvegera kîmyabarankirina Helebceyê de, em bi rêz û rûmetê cangoriyên bêtawan ên wê karesatê bi bîr tînin, ku di 16ê Adara 1988an de ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve li hember gelê Kurdistanê hate encamdan û wê herdem wekî birîneke vekirî ya niştiman bimîne. Em serê xwe li hember canê pak ê şehîdên Helebce û tevahiya Kurdistanê ditewînin. Silavên germ ji kesûkarên wan ên serbilind û hemû cangoriyan re dişînin.
Helebce ne tenê hewldaneke tunekirina fîzîkî ya Kurdan bû, lê di heman demê de tawaneke li dijî mirovahiyê û êrîşeke hovane li ser îradeya gelekî bû ku tenê daxwaza jiyan û azadiyê dikir. Helebce wekî şahidek zindî ya dîrokê di wijdanê cîhanê de dimîne, da ku li ku dera cîhanê dibe bila bibe, mirovahî jê dersan bigire û rê li ber dubarebûna her cure komkujiyê bigire.
Di vê bîranînê de, tekeziyê li ser berpirsiyariya hikûmeta federal a Iraqê li hember Helebce û cangoriyên wê dikin. Li gorî biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê, ku kîmyabarankirina Helebceyê wekî jenosîd nas kir, divê bi awayekî hêja qerebûyê cangoriyan bike, da ku dadperwerî ji bo cangoriyan pêk were. Herwiha, li Herêma Kurdistanê jî divê baştirîn xizmet û çavdêriya pêwîst ji bo mexdûrên wê tawanê bê pêşkêşkirin.
Îro ku herêm di rewşeke şer a metirsîdar re derbas dibe, li ser milê me hemûyan erka neteweyî ya giran e ku em Herêma Kurdistanê biparêzin. Di vê rewşa hestiyar de, yekîtî û yekbûn takerê ye ji bo parastina destkeftiyan û rûbirûbûna astengiyan. Em hemû deyndarê xwîna şehîdan in û baştirîn wefadarî ji bo canê wan ê pak, xebata hevpar e ji bo dûrxistina metirsiyan ji gel û axa Kurdistanê.
Tevî hemû zehmetî û astengiyan jî, em bi hêviyeke mezintir li paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê dinêrin û em piştrast in ku siberoja gelê Kurdistanê geş e. Silav li canê pak ê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16/03/2026