CENTCOM: Berdewam in di jinavbirina armancên Îranê de
Welat TV - Hewlêr
Fermandariya Navendî ya Emerîka CENTCOMê ragihand ku ew berdewam in di jinavbirina armancên Îranê de.
CENTCOMê îro kurte vîdyoyek belav kir ku tê jinavbirina pilatformên avêtina mûşekên Îranê diyar e û da zanîn ku ew berdewam in di jinavbirina armancên Îranê de yên ku gefê li Emerîka û welatên cîran dikin.
U.S. forces continue to hunt and destroy Iranian targets that pose threats to Americans and Iran's neighbors. pic.twitter.com/FuQLx9rCiK
— U.S. Central Command (@CENTCOM) March 17, 2026
Ji aliyê xwe ve Îranê ragihand ku wê sîstema berevaniya esmanî li bajarê Esfehanê xistiye kar ji bo serederiyê li gel êrîşan.
Îranê her weha diyar kir ku wê navendeke leşkerî li hundirê Israîlê armanc kiriye.
Li aliyekî din jî Wezîrê Berevaniyê yê Israîlê tekez kir ku Emîndarê Encûmena Bilind a Ewlehiya Niştîmanî ya Îranê Elî Larîcanî di êrîşeke Israîlê de hatiye kuştin.