Barrack: Raportên ku dibêjin em Sûriyê han didin ji bo şerê Hizbulah bike ne rast in
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê taybet ê Emerîka bo Sûriyê tom Barrack raportên derbarê handana Sûriyê ji bo şandina hêzan bo Libnanê red kirin.
Tom Barrack di daxuyaniyekê de li ser platforma "X" got, raportên ku dibêjin Emerîka Sûriyê han dide ku hêzan bişîne Libnanê, derew in û ne rast in.
*Reuters belav kiribû
Beriya demkê ajansa Reuters ragihandibû, ku 5 jêderên agahdar jê re gotiye, Emerîka Sûriyê han daye ku hizrê di şandina hêzan de bo Rojhilatê Libnanê bike, ji bo alîkariyê di kişandina çekê Hizbulah de.
Heman jêderan got jî, Sûriyê dudilî ye di vê yekê de û ditirse ku tevlî şerê Rojhilata Navîn bibie û girjiyên tayifî zêde bibin.