8 sal bi ser kontrolkirina herêma Efrînê re derbas dibin
Welat TV - Hewlêr
Di rojeke weke îro de beriya 8 salan, Turkiyê û çekdarên bi navê Artêşa Niştîmanî ku niha beşeke ji artêşa Sûriyê derbasî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûn.
Operasyona leşkerî ya Tyrkiyê di 20 Çileya 2018an dest pê kir û piştî 58 rojan ji şerûpevçûnan, herêm ji destê Rêveberiya Xwesr a PYD derket.
Di 58 rojan de, li gorî netewên yekgirtî zêdetirî 300 hezar Kurd derketin û berê xwe da gundewarê Helebê û li kampên Şehbayê bi cî bûn, her weha tîma bersivdanê ya Sûriyî di rapoetekê de da zanîn 500 hezar Erebên hawride hatin bicîkirin, û demografiya deverê hat guhertin.
Di 18 mehê de, çekdar derbasî Efrînê bûn dest bi dizî û talankirina mal û mulkên welatiyan kir û dest bi hilmetên girtin û revandina welatiyan kir, ji ber binpêkirinan, çendîn car rêxistina Human Rahts watch, raport belav kirin, her weha Emerîka her yek ji grûpên bi navên “Emşat” û “Hemzat” ên artêşa niştîmanî xistin lîsteya sizayan de.
Piştî hilweşîna rêjîma Esed di 8 Berçileya 2024an de, piraniya koçberkiriyên Efrînê vegeriyan warê xwe û piraniya hawirdeyên Ereb jî vegeriyan deverên xwe.