Serok Barzanî Cejna Remezanê pîroz dike û hêviya xêrê bo tavaya mirovatiyê dixwaze
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî Cejna Remezanê pîroz kir û hêvî kir ku cejna xêrê bo tevaya mirovatiyê be.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, "Bi bûneya hatina Cejna Remezanê, germtirîn pîrozbahî arasteyî mislimanên cîhan, Iraq û Kurdistanê, her weha malbatên serberz ên şehîdên pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikin".
Serok Barzanî di peyama xwe de got jî, "Bi vê bûneyê Hêviya xweşî, serfirazî û bexteweriyê ji gelê Kurdistanê yê xweşewîst re dixwazim û li ber Xwedayê mezin digerim ku rojî û lavayên hemû mislimanan bipejirîne".
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got, "Hêvîdar im ev cejn bibe destpêka xêrê û gavek ji bo bicîkirina aştî û seqamgîriyê bo tevaya mirovatiyê be".