Mesrûr Barzanî û Brian Mast tekeziyê li ser bihêzkirina peywendiyên dualî dikin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Komîta Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran a Emerîka Brian Mast bi telefonê axivîn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de da zanîn, Îro me li gel Serokê Komîta Karûbarên Derve ya Encûmena Nûneran a Emerîka Brian Mast dawîn pêşhatên Herêma Kurdistanê, Iraq û Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.
Mesrûr Barzanî û Brian Mast tekezî li ser girîngiya bihêzkirina peywendiyên dualî, hevkarî û hemahengiya hevbeş ji bo rûbirûbûna berbest û astengiyan dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma KurdistanêMesrûr BarzanîKurdistanEmerîkaKomîta Karûbarên DerveEncûmena NûneranBrian Mast