Artêşa Israîlê: Me êrîşî jêrxaneyên rêjîm Sûrî kiriye

Artêşa Israîlê: Me êrîşî jêrxaneyên rêjîm Sûrî kiriye

Welat TV - Hewlêr

Artêşa Israîlê ragihand ku hêzên wê êrîşî hin jêrxaneyên Sûriyê kiriye ji bo parastina Durziyan.

Ella Waweya berdevka artêşa Israîlê da zanîn ku weke bersivdanekê li ser êrîşên li dijî Durziyan li Siwêdayê, wan êrîşî jêrxaneyên rêjîma Sûrî li Başûrê Sûriyê kiriye.

Li gorî Waweya artêşa Israîlê şeva bûrî navend û alavên leşkerî yên Sûriyê armanc kirine.

Berdevka artêşa Israîlê got jî: ”Em rê nadin ku êrîş li Durziyan were kirin û em ê berdewam bin di parastina wan de”.

Şeva bûrî, şerûpevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên çekdar ên xwecihî de li Siwêdayê derketin, li gorî jêderên xwecihî 2 çekdarên hêzên Siwêdayê hatine kuştin.