Serok Barzanî amaje bi kombûna Kurdistaniyan li Newroza Bonê dike: "Peyameke zelal e"
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî, peyamek belav kir û amaje bi kombûna gelê Kurd li Newroza bajarê Bonê yê Elmanyê kir.
Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de li ser tora civakî X got, "Kombûna Kurdistaniyan di Newroza bajarê Bonê de peyameke zalal e ji bo hemû wan kesên ku pê ve girêdayî ne".
Di Newroza îsal de, li bajarê Bonê yê Elmanya Mezintirîn aheng Newrozê bi rê ve çû, bi dehên Hezaran ji Kurdên diyasporayê yên Herçar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.
*Peyama vîdyoyî ya serok Barzanî
Serok Barzanî Peyameke vîdyoyî arasteyî cemawer li Newroza Bonê kir, tê de tekez kir ku "Newroz Berxwedan û xweneçemandin e, peyama gelê Kurdistanê peyama aştî û aramiyê ye û bo Kurdên li diyasporayê".
*"Yekrêz bin"
Serok Barzanî diyar kir, "Cihê kêfxweşiyê ye ku Rojavayê Kurdistanê ji karestan hat parstin, pişt û penaya hev bin û yekrêzî û yekîtiya xwe biparêzin.
*Kerneval bê pirsgirêk derbas bû
Hunermendên herçar parçeyên Kurdisatanê bi dengên xwe Kernevala Newrozê ya Bonê vejand. Ji bilî Elmanya jî, Kurdên li welatên din ên Ewropayê beşdar bûn û li gorî ragihandina fermî ya Elmanî tevî hejmara mezin a beşdarbûyan, kerneval bê pirsgirêk derbas bû.