Lehî li hin taxên Qamişlo rabû: Ziyan gihiştiye 70 malî

Lehî li hin taxên Qamişlo rabû: Ziyan gihiştiye 70 malî

Welat TV - Hewlêr

Ji ber barîna zêde ya baranê û têkçûna jêrxaneyên sereke, lehî li hin taxên Qamişlo rabû û ziyan gihiştin 70 malî.

Lehî li çemê taxa Cim’aya ya Qamişlo rabû û ziyan gihişt bêtirî 70 malên welatiyan.

Xelkê taxê bang li aliyên pêwendîdar û berpirsyar kir ku destwerdaneke bilez bikin da ku rewş nebe kirîzeke mirovî ya dijwar.

Ji bilî taxa Cim’aya, li taxên din mîna taxa Kornîş, av li kolanan kom bû, û tevgera çûnûhatinê li kolanan rawestiya.