Serokê Sûriyê: Em baweriyê bi mafên Kurdan dikin

Serokê Sûriyê: Em baweriyê bi mafên Kurdan dikin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ ragihand ku Mafê Kurdan li Sûriyê û mersûma 13an ne gaveke siyasî bû, lê ji wê baweriyê bû ku ev maf û erkek e.

El-Şeri’ di civîna li gel Şandeke Kurdî de li Şamê bi bûneya Cejna Newrozê got, "Dem hatiye ku rûpela berê were tewandin û hemû berev avakirina Sûriyê bi hev re herin".

El-Şeri’ her weha di civînê de diyar kir, "Di dîroka Sûriyê de bo yekem car hate tomarkirin, ew cejneke ku çanda Kurdî nîşan dide pîroz bikin".

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ got jî "Hevkariya li gel hev, bi tenê bi rêya mersûmekê li ser kaxezê ne bes e, û divê ev yek bi piraktîkî li ser erdê were bicîkirin".

Her weha bixwîne.. El-Şeri´: Newroz cejneke niştîmanî ye, taybetmendiya Kurdan nîşan dide