Şêniyên Hesekê hawara xwe dikin: Malên me di bin avê de ne
Welat TV - Hewlêr
Ji ber barîna zêde ya baranê, asta ava çemê Xabûrê li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bi awayekî berçav bilind bûye.
Jêderên xwecihî da zanîn, cara 2yan e lehî digihe nava malên welatiyan û welatî ji ber lehiyan derbider dibin.
Welatiyên taxa Xiwêran a Hesekê ji Welat TV re got, piştî vegera wan bo malên xwe, careke din av bilind bûye û gihiştiye nava malan, û ew careke din debider bûne û bê cih mane.
Welatiyan banga dabînkirina cihên niştecîbûnê ji malbat û zarokan re kir.
Duh li bajarê Dêrikê jî lehî rabû, û hejmareke mal ketin di bin avê de, û ziyanên mezin hatin tomarkirin.