Rêveberiya Karesatan binavbûna 600 malî radigihîne: Malên xwe vala bikin

Welat TV - Hewlêr

Rêveberê Rêveberiya Karesatan di Wezareta Hawarçûnê de, Ziyad El-Ebûd di rêya Welat TV re banga li nişteciyên bajarê Hesekê û bajarên din kir ku malên xwe vala bikin û berê xwe bidin cihên bilind.

Ziyad El-Ebûd got, şepîleke din a baranê heye û dibe ku lehî rabin û rewş zehmetir bibe û asta ava çeman bilindtir bibe.

Rêveberê Rêveberiya Karesatan di Wezareta Hawarçûnê de, da zanîn, 200 mal li Til Hemîs bi temamî binav bûne û 400 bi şêweyekî beşkî ziyan dîtine her weha 1500 malbat derbider bûne.

*"Rewş li Hesekê xerab e"

El-Ebûd da zanîn, Rewş li Hesekê xerab e û li taxên Mêrdiyan, Xiwêran û Neşwa mal binav bûne, nexasim ên nêzîkî çemê Xabûrê.

Rêveberê Rêveberiya Karesatan di Wezareta Hawarçûnê de, Ziyad El-Ebûd bang li nişteciyan kir ku ji cihên nizim dûr bikevin û berê xwe bidin cihên bilind nexasim ên nêzîkî çemê.

Jêderên xwecihî îro da zanîn, Li Til Hemîs û Til Koçer ava lehiyê derbasî zêdetirî 100 malan bûye.