Iraq: 4 encamderên êrîşa li ser xaka Sûriyê hatin girtin
Welat TV - Hewlêr
Roja Duşemê êvarî, bingeha Xerab El-Cîr a li Rimêlanê rastî bombebaranê ji aliyê xaka Iraqê ve hat, Iraqê girtina 4 encamderên êrîşê ragihand.
Berdevkê fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê Sebah El-Numan got, endamine dervî yasayê hejmarek mûşek ji devera Rebî’a berev xaka Sûriyê berdan û 4 ji wan hatin girtin.
Navbûrî diyar kir ku Iraq giringiyê dide ewlehiya welatên cîran û rê nade ku xaka wê bibe destpêka êrîşan li ser her welatekî.