Du zarok li gundê Sibêhiyê yê Rimêlanê di goleke avê de xeniqîn
Welat TV - Hewlêr
Li gundê Sibêhiyê yê Başûrê bajarê Rimêlanê du zarok di goleke avê de xeniqîn. Li gorî welatiyên deverê her yek ji Omer Casim El-Deran û Omer Sibîh El-Meter di goleke avê de li gund xeniqî.
Jêderê eşkere kir, tevî ku zarokek hat derxistin jî, lê piştî ku ji golê hat derxistin, canê xwe ji dest da.
Gundê Sibêhiyê li Başûrê Rimêlanê ye, şîniyên wê ji êla Şerabî ya Ereban e.
*Lehî û ziyan
Ji çend rojan ve, li seranserî deverê baranek zêde dibare û lehî rabûye, ta niha hejmarek welatî bûne qurbanî û ziyanek mezin gihiştiye malên welatiyan, li hin tavên Hesekê bi sedan mal binav bûne û şêniyên taxan derbider bûne.