Ehmed El-Şeri’ serdana Elmanya dike

Ehmed El-Şeri’ serdana Elmanya dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguêz Ehmed El-Şeri’ serdana Elmanya dike û li gel rawêjkarê wê dicive.

Rojnameya Bild a Elmanî eşkere kir ku biryar e Ehmed El-Şeri’ roja Duşema bê 30yê Adarê, bigihe Berîlînê, paytexta Elmanya.

Di serdanê de El-Şeri’ dê li gel şêwirmendê Elmanya Friedrich Merz bicive û hejmarek dose gotûbêj bike.

*Serdan hat paşxistin

Li ser vexwendineke şêwirmendê Elmaniya, biryar bû serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz di nîva Berçileya sala bûrî de serdana Elmanya bike, lê serdan hate paşxistin.

Di civîna El-Şeri’ û Friedrich Merz de doseya penaberên Sûrî yên li Elmanya ya sereke ye.