Rubio tekeziyê li ser pabendbûna Emerîka bi piştgiriya Herêma Kurdistanê dike

Rubio tekeziyê li ser pabendbûna Emerîka bi piştgiriya Herêma Kurdistanê dike
Rubio tekeziyê li ser pabendbûna Emerîka bi piştgiriya Herêma Kurdistanê dike

Welat TV - Hewlêr

Emerîka tekezî li ser pabendbûnê bi piştgiriya Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Emerîka Marco Rubio pêwendiyeke telefonî encam da.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku di pêwendiyê de Rubio ji ber şehîdbûna hejmarek Pêşmerge sersaxî xwest û hêviya çakbûna bilez bo birîndaran kir.

Her weha dubare tekezî li ser pabenbûna Emerîka bi piştgiriya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kir.

Ji aliyê xwe ve jî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya wezîrê derve yê Emerîka li ser pêwendî û hevsoziyê kir.

Di mijareke din a gotûbêjan de, herdu aliyan pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fedral a Iraqê û astengiyên abûrî gotûbêj kirin.