Nêçîrvan Barzanî nameyeke hevxemiyê ji Konsulxane û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropa wergirt
Welat TV - Hewlêr
Yekîtiya Ewropa nerazîbûna tund derbarê êrîşên ser Herêma Kurdistanê nîşand da.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke hevbeş ji nivîsgeha Yekîtiya Ewropa û Konsulxane û nûneretiyên welatên Ewropî li Herêma Kurdistanê wergirt.
Di wê nameyê de hevxemiya xwe ya kûr derbarê êrîşa mûşekî li ser devera Soranê ku di encamê de hejmarek pêşmerge şehîd û birîndar bûn nîşan dan.
Her weha nivîsgeha Yekîtiya Ewropa û Konsulxane û nûneretiyên welatên Ewropî nerazîbûna tund derbarê êrîşên ser Herêma Kurdistanê nîşand da.
Di dawiyê de jî tekezî li ser hevsoziya xwe û welatên xwe bo Herêma Kurdistanê û piştgiriya ewlehî û aramiyê li deverê kirin.